Amedekariyên serdana Papa bo Nêçîrvan Barzanî hat pêskêskirin
PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, pêşwaziya Wekîlê Pêşketiyê Wezareta Karûbarên Derve ya Iraqê Nizar El Xeyrulla, kir.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, do Sêşemê 2yê Adara 2021ê, pêşwaziya Wekîlê Pêşketiyê Wezareta Karûbarên Derve ya Iraqê Nizar El Xeyrulla û Serokê Lîjneya Bilind a Amadekariyên serdana cenabê Papa ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê kir.
Nizar El Xeyrulla, di hevdîtinê de bi kurtî derbarê amadekariyan de, bernameya serdanê pêşkêşî Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir û xweşhaliya xwe bi hevkarî û hemahengiya di navbera aliyên peywendîdarên Hikûmeta Federalî ya Iraq û Herêma Kurdistanê derbirî û dûpat kir, hemû rêkar û rênimayên wekî çawa bi aliyên Vatîkanê planê ji bo wê danîne, li Iraq û Herêma Kurdistanê hatine amadekirin û her du alî di hemahengî û peywendiyên berdewam de ne.
Herwiha Serok Nêçîrvan Barzanî, serdana Papayê Pîroz ya ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê bi dîrokî da zanîn ku dengvedaneke cîhanî dibe, her wiha pesn û destxweşî pêşkêşî rêzdar û hevkarî û hemahengiya her du tîmên amadekarên serdanê li Hewlêr û Bexdayê kir.
Birêz Serokê Herêma Kurdistanê, bal kişand ser peyam û girîngiya serdana Papayê Pîroz ya Iraq û Herêma Kurdistanê ku dergehekî berfireh ê cîhanî li ser Iraq û Herêma Kurdistanê vedike û cihê xweşhaliya hemû pêkhatan e, derfetek e jî ji bo kûrtirkirina kultura pêkvejiyan û lêborînî û hev du qebûlkirina di navbera hemû pêkhatan de.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin