Serokwezîrê Japonyayê ji bo petrolê serdana welatên Erebî dike
PeyamaKurd – Serokwezîrê Japonyayê Fumiyo Kişida, ji bo giftûgokirina buhayê petrolê, serdana welatên Erebî dike.
Çapemeniya Japonyayê diyar kir, biryar e di vê mehê de Serokwezîr Kişida serdana hin welatên Erebî weke Siûdiye, Îmarat û Qeterê bike.
Herwiha çapemeniya Japonyayê eşkere kir, armanca vê serdanê giftûgokirina derbarê kontrolkirina buhayê petrolê û herwiha hevsengkirina henardekirina petrolê ye li bazarên cîhanî.
Li gor hat zanîn, di nava 2 salan de ev yekem serdana rayedarekî Japonî ye ji bo Rojhilata Navîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin