Ishiba Shingeru bû Serokwezîrê Japonyayê
PeyamaKurd - Li Japonyayê, di hilbijartina Sekreteriya Giştî ya Partiya Lîberal Demokrat (LDP) ku di heman demê de ya serokwezîrtiyê de Ishiba Shigeruyê ku berê wezîrtiyên çandinî û parastinê kiribû, bi ser ket.
Piştî ku Serokwezîr û Serokê LDPê Kishida Fumio ragihand ku ew ê dest ji kar berde, partiya desthilatdar di kongreya hilbijartinê de serokê xwe û serokwezîrê nû yê Japonyayê hilbijart.
Di kongreya hilbijartinê ya li paytext Tokyoyê pêk hat de, ji 9 namzetan ku 2 ji wan jin bûn, di gera yekemîn de piraniya dengan wernegirtin.
Li gorî encamên gera yekem, Wezîrê Dewletê yê Ewlehiya Aborî Takaichi Sanae û Sekreterê Giştî yê berê yê LDPê Ishiba Shigeru ku berê wezîrtiya çandinî û parastinê kiribû, derbazî gera duyemîn bûn.
Di gera yekem de namzeta jin Takaichi Sanae bi 181 dengan bû yekemîn, Ishiba Shingeru bi 154 dengan bû duyemîn û Wezîrê berê yê Enerjiyê Koizumi Shinciro jî bi 136 dengan bû sêyemîn.
Ji ber ku namzedan di gera yekem de nekaribûn piraniya dengan bi dest bixin, Takaichi Sanae û Ishiba Shingeru ku herî zêde deng stendin, di gera duyemîn de dubare hevkikiyê kirin.
Di encama gera duyemîn de Ishiba Shingeru ku 215 dengan sitand wek serokê nû yê LDPê, Takaich Sanaeî jî 194 dengan bi dest xist.
Ishiba Shingeru wê hefteya bê di civîna Encumena Nûneran (Shuugiin) de ku di bin serweriya LDP û hevpeymana wê Komeitoyê de ye, wekî serokwezîrê nû yê Japonyayê bê ragihandin.
Serokê LDP û Serokwezîr Kishida Fumio ragihandibû ku ji ber skandala fînansekirina siyasî ya di nava partiyê de baweriya gel ji siyasetê neşikê ew ê dest ji kar berde.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin