Serokwezîrê Japonyayê: Min tu biryar nestend

07 January 2023 16:03 0 dîtin
Serokwezîrê Japonyayê: Min tu biryar nestend

PeyamaKurd Serokwezîrê Japonyayê Kishida Fumio, tevî ku hat vexwendin jî, red kir di serdana xwe ya gengaz a Ukraynayê de bersivek zelal bide.

Fumio piştî hevdîtina xwe ya telekonferansê ya bi Serokomarê Ukraynayê Volodymyr Zelensky re daxuyanî da rojnamevanan.

Wî got, "Heya niha derbarê serdana min a muhtemel de tu biryar nehatiye girtin. Ez dixwazim bi şert û mercên cuda nirxandinan bikim."

Di hevdîtinê de Kişîda diyar kir, welatî êrîşên Rûsyayê yên li ser Ukraynayê şermezar dikin û ew ê alîkariyên zivistanê ji bo gelê Ukraynayê bidomînin.