Serokkomarê Tirkiyê Erdogan bi serokwezîrê Japonyayê bi Fumio re hevdîtin kir

08 September 2023 23:51 0 dîtin
Serokkomarê Tirkiyê Erdogan bi serokwezîrê Japonyayê bi Fumio re hevdîtin kir

PeyamaKurd – Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan û serokwezîrê Japonyayê Kişida Fumio bi sedema civînên zîrwa G20an çûbûn Hindistanê û li wê derê hevdîtinekî pêkanîn. Hevdîtina her dû lîderan ji bo çapemeniyê girtîbû.

Li otêla ku Erdoğan û dîplomatên Tirkiyê diman, wezîrê karên derve yê Tirkiyê Hakan Fidan li ber derê otêlê pêşwaziya serokwezîrê Japonyayê Kişida Fumio kir.

Di hevdîtinê de wezîrê karên derve Hakan Fidan, wezîrê maliyê Mehmet Şimşek, serokê MİTê İbrahim Kalın, Fahrettin Altun, serşêwirmendên serokkomar balyoz Akif Çağatay Kılıç û Zafer Çubukçu amadebûn ji bilî çapemeniyê.