Serokwezîrê nû yê Brîtanyayê biryara sandina penaberan ji bo Ruandayê betal kir

06 July 2024 10:30 0 dîtin
Serokwezîrê nû yê Brîtanyayê biryara sandina penaberan ji bo Ruandayê betal kir

PeyamaKurd – Serokwezîrê nû yê Brîtanya Keir Starmer ji bo betalkirina dersînorkirina penaberan bo Ruandayê gava yekem avêt.

Li gorî nûçeya rojnameya The Telegraph ku navenda wê li Îngilîstanê ye, li gorî rayedarên payebilind ên hikûmetê û Partiya Karkeran, Serokwezîrê nû yê Îngilîstanê Starmer wê di demeke nêz de ji bo betalkirina biryara şandina penaberan a ji bo Ruandayê gava yekem bavêje.

Di nûçeyê de hat diyarkirin ku hikûmeta Kier Starmer gotiye ku şandina penaberan bo Ruandayê xelet e û ew ê rê li pêkanîna vê biryarê bigirin.

Şandina koçberan bo Ruandayê projeyek Muhafezekar bû. Hikûmeta Brîtanyayê di Nîsana 2022an de bi Ruandayê re li hev kiribû ku koçberên neqanûnî bişîne wî welatî, lê ev proje nehat cîbicîkirin.

Demeke kin piştî bidawîhatina hilbijartinên Parlamentoya Brîtanyayê, encam hatin eşkerekirin û serokwezîrê nû ji bo avakirina hikûmetê ji Qral Charles III desthilat wergirt.

Piştî ku ji hêla King Charles ve ji bo vê wezîfeyê hate wezîfedarkirin, Serokwezîr Starmer doh (5 Tîrmeh 2024) yekem daxuyaniya xwe li Downing Street, ku Ofîsa Serokwezîriyê ya Hejmar 10 lê ye, kir.

Starmer got ku Îngilîstan biryarek hişk girtiye ku deng bide "nûkirin û vegera li siyasetê ji bo berjewendiya giştî, "Belqeya di navbera xizmetguzariyên gel de ku di berdêla qurbaniyên ku didin de zêde bûye. Ev yek bûye sedema westandina gel û wendakirina hêvî û baweriya bi pêşerojê."