Brîtanyayê biryara sivikirina cezayên ser Sûriyê da

13 February 2025 17:10 0 dîtin
Brîtanyayê biryara sivikirina cezayên ser Sûriyê da

PeyamaKurd - Hikûmeta Birîtaniya ragihand ku ew dê cezayên li ser Sûriyê sivik bikin û mebest jî pêkanîna aramiyê ye.

Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Brîtaniyayê ya îro 13ê Sibatê, ew ê guhertinan di sîstema sizayên ser Sûriyê de piştî ketina Rejîma Esed bikin.

Wezîrê Ewropa, Amerîka û Herêmên Derve yên Hikûmeta Birîtanyayê Stephen Doughty got, wê ev guhertin ji bo piştevaniya gelê Sûriyê bin, ji bo dubare avakirin û bihêzkirina ewlehî û aramiyê.

Stephen Dougthy diyar kir, Brîtanya hîn rijd e li ser sizakirina Esed û hevparên wî li ser binpêkirinên wan ên dijî gelê Sûriyê.

Hêjayî bibîrxistinê ye, 27ê Çile wezîrên derve yên Yekîtiya Ewropayê li ser sivikirina cezayên aborî bo heyama salekê li ser Sûriyê, li hev kiribûn.