Serokwezîrê Japonyayê, dê biçe serdana Ukraynayê
PeyamaKurd- Li gorî agahiyên hatin ragihandin, Serokwezîrê Japonyayê ragihand ku heger şert û mercên guncav çêbibin, ew ê biçe serdana Ukraynayê.
Serokwezîrê Japonyayê Kişida Fumio, li ser vexwendina Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy ku ew vexwendibû Ukraynayê, di rûniştina parlamentoya neteweyî de da zanîn ku heger şert û merc guncav bibin, ew ê biçe serdana Ukraynayê.
Ajansa fermî ya Kyodo ragihand ku Serokwezîrê Japonî Kişida amade ye ku wekî serokê demkî yê G7ê, serdana Ukraynayê bike.
Li gorî nûçeyê, hat ragihandin ku ji ber pirsgirêkên ewlehiyê serdana rêberê Japonyayê ji bo Ukraynayê nekariye were plankirin.
Piştî civîneke telekonferansê ya bi Zelenskiy re ku di destpêka vê mehê de hatibû kirin, Kişida got ku ew ê vexwendina Ukraynayê binirxîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin