Wezîrê Ukraynayê Kuleba, dê biçe serdana Iraqê

16 April 2023 23:00 0 dîtin
Wezîrê Ukraynayê Kuleba, dê biçe serdana Iraqê

PeyamaKurd- Ji aliyê Wezareta Karên Derve ya Iraqê ve hat ragihandin ku Wezîrê Karên Derve yê Ukraynayê dê roja duşemê serdana Iraqê bike.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Iraqê Ehmed Sehaf, bi rêya daxuyaniyekê ragihand ku “Wezîrê Karên Derve yê Ukraynayê Dmytro Kuleba, dê serdana Bexdayê bike.”

Ehmed Sehaf di daxuyaniya xwe de li ser pêwendiyên navbera Kiev û Bexdayê kir û got,

“Li gorî ajandaya serdanê, Kuleba dê bi berpirsên Iraqê re qala “xurtkirina pêwendiyên navbera Kiev û Bexdayê bike, her wiha dê di derbarê awayê serederîkirina ligel mijaran û pirsgirêkên herêmî û navdewletî de bi rayedarên Iraqî re gotûbêjan bike.”

Sehaf diyar kir ku Wezîrê Karên Derve yê Ukrayanyê dê ligel Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî û Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fuad Hisên jî bicive.