Serokwezîrê Japonyayê: Em ê têkiliya xwe qut bikin
PeyamaKurd- Serokwezîrê Japonyayê Kişida Fumio ragihand ku wan têkiliyên xwe yên ligel Terîqeta Moonê ku di kuştina Serokwezîrê Berê yê Japonyayê Şinzo Abe de tiliya wan heye, di ber çav re derbas kirine û ew ê têkiliyên xwe ligel terîqetê qut bikin.
Kişida Fumio, li ser têkiliyên hikûmetê yên ligel Terîqeta Moonê ragihand ku ew ê têkiliyan bi temamî qut bikin û ji ber ku rewşa gumanê li ser terîqetê heye ku Şinzo Abe bi destên wan hatibe kuştin, ew lêborîna xwe dixwaze.
Kişida Fumio, di axaftina xwe de bal kişand ser terîqetên olî û da zanîn ku divê siyasetmedar, li hember grûpên civakî yên ku pirsgirêkên wan hebin, gelek bi baldarî tevbigere.
Her wiha Serokwezîr Kişida Fumio di civîna ku ji bo çapemeniyê li dar xist de got,
“Ez wekî Serokê Partiya Liberal a Demokrat, li ser nûçeyên ku têkiliyên partiya min ên dorfireh ligel terîqetê hene hatin weşandin û ev nûçe bûn sedem ku di nav raya giştî de şik û guman peyda bibin, ez bi dilekî safî lêborîna xwe dixwazim.”
Bersûc, eşkere kiribû
Têkiliyên terîqetê yên bi vê partiya navborî re piştî kuştina Serokwezîrê Berê yê Japonyayê Şinzo Abe hatibû rojevê û bersûcê kuştina Abe yê bi navê Tetsuya Yamagani, ji polîsan re gotibû ku sedema kuştina Abe, têkiliyên wî yên bi dêrê re ne.
Bersûc Yamagani gotibû ku ji ber malbata wî bi rêjeyeke bilind bexş li dêrê kiriye, ev yek bûye sedem ku jiyana wî wêran bûye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin