Kazimî serdana Îmaratê kir: Pêwendiyên Iraqê bi welatên Erebî têne bihêzkirin
PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî bi serdaneke fermî çû Îmaratê ligel Şêx Muhammed bin Zayid Al Nahyan li Abû Dabiyê civiya.
Hat ragihandin ku di civînê pirsgirêkên dualî û herêmê hatine gotûbêjkirin.
Piştî civîna li Seraya Wetan Kazimî li ser twitterê da xuyakirin, ev serdan beşek ji nêzîkatiya Iraqê ya bihêzkirina pêwendiyên ligel herêma Erebî ye.
Al Nahyan jî li ser twitter got ku wan ligel pêşhatên kurewî li ser rêbazên bihêzkirina danûstandinên herdu aliyan hevdîtin kiriye.
Prensê Welîehdê Îmaratê herwiha diyar kir ku ew dê piştevaniya xwe ya bo geşepêdana gel û hikûmeta Iraqê berdewam bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin