Kazimî li ser pêwendiyên Amerîka û Iraqê ragihand
PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Musatafa Kazimî bi sedema hevdîtinên duqolî li Amerîka li Washingtonê ye. Kazimî li baregeha Oval ya serokatiya Amerîkayê bi serokê Amerîkayê Joe Biden re hevdîtin kir. Kazimî got ku bi sedema li Washingtonê ye û li ser dahatûya pêwendiyên her dû welatan ji hevdîtinên ku dike, zor raziye û têkiliyên Amerîka û Iraqê ji yên her wextê bêhtir xwurtin. Li ser hevdîtina bi Kazimî re, serokê Amerîkayê Biden jî weha got:
“Ji zû de ye ku ez û Kazimî hev nasdikin. Rêvebiriya min bi biryare ku hevkariya navbera me xwurt bike.”
Serokwezîr Kazimî li ser navê xelkê Iraqê sipasiya xwe bo Biden kir û got:
“Birêz serok! Em çaverêne ku bi te re bixebitin. Têkiliyên navbera Iraq û Amerîkayê ji yên her wextê bêhtir xwurtin. Em bende ne ku têkiliyan bêhtir xwurt bikin. Hevkariya stratejîk ya Iraq û Amerîkayê bi hev re heye.
Em û Amerîka me bi hevre li hemberê IŞİD ê şer kir û me IŞİD ê têk bir. Ez li ser navê xelkê Iraqê sipasiya xwe bo Amerîka û xelkê Amerîkayê dikim.”
Kazimî ragihand ku dê 3 roj li Amerîkayê bimîne û bi nîunerên kongreyê re hevdîtinan bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin