Amerîkayê hewla terorkirina Kazimî sermezar kir û pistgiriya xwe ragihand
PeyamaKurd - Wezareta Derve ya Amerîkayê êrîşa ser mala Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî şermezar kir û wek kiryareke terorîstî li ser dilê dewleta Iraqê bi nav kir.
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price ragihand: “Em çavdêriya nûçeya êrîşa bi dronan a ser mala niştecihbûnê ya Serokwezîr Kazimî dikin û me hest bi aramiyê kir dema me dît zirar negihiştiye wî.”
Ned Price got: “Ev kiryara terorîstî eşkere ye ku em bi dijwarî şermezar dikin û rasterast ji bo nav dilê dewleta Iraqê hatiye kirin.”
Price da zanîn ku Amerîka ji nêzîk ve ligel hêzên emnî yên Iraqê di peywendiyê de ye ku erkê wan parastina serwerî û serbixweyiya Iraqê ye û hevkarî pêşkêşî wan kirine ji bo lêkolînên taybet ji bo wê êrîşê bêne kirin.
Price gotiye, pêbendbûna wan ji bo Iraqiyên hevbeşên wan qayîm û cîgir e û Amerîka ligel hikûmet û gelê Iraqê ye.
Îro 7ê Mijdara 2021ê danê sibehê bi dronên bombekirî li Herêma Kesk êrîşek ser mala Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî hat kirin. Medya Iraqê ragihandiye ku 3 ji pasevanên mala Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî di dema êrîşê de birîndar bûne û bilez ji bo nexweşxaneyan hatine veguhestin, lê derbarê tendirûstiya wan de ti zanyarî nehatine belavkirin.
Piştî êrîşê, Mistefa Kazimî li ser hesabê xwe yê fermî yê Twitterê hemû alî piştrast kirin ku tendirûstiya wî baş e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin