Ji Îranê peyama hewla terorkirina Mistefa Kazimî: Fitneyeke nû ye!

07 November 2021 21:52 0 dîtin
Ji Îranê peyama hewla terorkirina Mistefa Kazimî: Fitneyeke nû ye!

PeyamaKurd - Sekreterê Encûmena Asayişa Nîştimanî ya Îranê Elî Şemxanî piştî belavbûna nûçeya êrîşa bi dronan a ser mala Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî daxuyaniyek belav kir.

Şemrexî dibêje, “Hewla kuştina Serokwezîrê Iraqê fitneyeke nû ye. Divê şopa wê bûyerê di odeyên fikrî yên derve de bê şopandin.”

Elî Şemxanî li ser twitterê gotiye, ‘Ew bûyer divê li wan odeyên derve bê şopandin ku bi salane bi avakirin û piştîvaniya komên terorîstî û dagîrkirina wî welatî, ji bilî têkdana asayiş, derxistina nakokî û nearamiyan, tiştekî din ji bo xelkê zilimlêkirî yê Iraqê nebûne.’

Şaneya Emnî ya Iraqê di daxuyaniyeke bilez de ragihandiye ku nîvê şeva Şemîyê ango îro berbangê hewla terorkirina Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî hatiye dayîn, lê bi ser neketiye û Kazimî ji hewla kuştinê rizgar bûye.

Hêjayî gotinê ye, ev bûyera hewla kuştina Kazimî piştî ku Herêma Kesk a Bexdayê ji çalakiyên aliyên nerazî yên encamên hilbijartinan re hat girtin pêk hat ku alîgirên Heşda Şeibî yên nêzîkî Îranê xwepêşandanan li dar dixin.