Fermana amadebasiyê bo artêsa Koreya Basûr hate dayîn

08 December 2023 19:23 0 dîtin
Fermana amadebasiyê bo artêsa Koreya Basûr hate dayîn

PeyamaKurd – Wezîrê Berevaniya Koreya Başûr, Shin Won-sik, li hember provokasyonên Koreya Bakur fermana amadebaşiyê da artêşa welatê xwe.

Di daxuyaniya Wezareta Berevaniyê de hatiye ragihandin ku Wezîr Shin Won-sik serdana Fermandariya Fuzeyan a Stratejîk li eyaleta Gangwon kiriye û gotarek pêşkeşî leşkeran kiriye.

Shin, ji bo provokasyonên muhtemel ên Koreya Bakur fermana amadebaşiyê daye hêzên artêşê ku moşekên hesas û menzîldirêj bidin xebitandin.

Shin ji hêzên artêşê re gotiye, ger provokasyonek çêbibe derhal bersiva wê bidin û ji bo wê jî di amadebaşiyê de bin.