Kim fermana amadebûna dagîrkirina Koreya Basûr da artêsê
Peyama Kurd - Serokê Koreya Bakur Kim Jong-un got, "Eger Amerîka û Koreya Başûr bi me re bikevin pevçûnê, em ê bi bergirîya xwe ya nukleerî paşgavîyê li wan bikin û em ê dudilî nebin ku li dijî wan çalakiyên giring pêk neyînin."
Li gorî ajansa fermî ya nûçeyan a Koreya Bakur (KCNA), di roja dawî ya civîna kombûna giştî ya pênc rojî ya Partiya Karkerên Koreyê ku li wî welatî desthilatdar de Kim, ji bo sala nû armancên welatê xwe ragihand.
Kim got: "Ji ber tevgerên nerewa yên dijminên me yên ji bo dagirkirina welatê me, dibe ku her kêlî li nîvgirava Koreyê şer derkeve, Piştî yekem car firandina serketî ya satelayta sîxuriyêa ya îsal, wê di sala 2024an de 3 satelaytên din jî bêne firandin."
Kim balê kêşa ser pêwîstiya amadebûna egera dagirkirina Koreya Başûr û got, "Li hember her êrîşekê, min ferman da artêşê ku ji bo egera ku tevahiya axa Koreya Başûr bikeve bin kontrola me, amade bin. Eger pêwîst bike bikaranîna bombeyên nukleerî jî di nav de ye."
Derbarê peywendiyên bi Koreya Başûr re jî Kim diyar kir ku Seûlê Koreya Bakur weke "dijmin" ragihand û tekez kir ku yekbûna her du welatan êdî ne pêkan e.
Kim di derbarê pewendîya herdû welatan de jî got: "Koreya Bakur û Koreya Başûr bûne du welatên dijminê şer. Em ê êdî Koreya Başûr wekî muxatabê yekîtî û lihevhatinê nebînin."
Serokê Koreya Bakur Kim diyar kir ku ew ê di sala 2024an de li dijî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) helwesteke "êrîşkar" nîşan bidin û got, "Eger DYA û Koreya Başûr bi me ra bikevin pevçûnê, em ê dudilî nebin ku bi bergirîya xwe ya nukleerî li hemberî wan tekoşîneke krîtîk nekin."
Serokê Koreya Bakur got, "Dema em ji nêzîk ve li çalakiyên leşkerî yên hêzên dijmin dinêrin, peyva şer êdî têgehek ne razber e bûye têgehek rasteqîn."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin