Koreya Bakur nûnertiyên dîplomatîk ên derveyî welat asê dike!
PeyamaKurd - Koreya Bakur ji ber sedemên aborî nûnertiyên xwe yên dîplomatîk ên li welatan asê dike.
Koreya Bakur piştî girtina balyozxaneyên Angola û Ugandayê niha jî biryar daye ku balyozxaneya xwe ya li Îspanyayê asê bibe.
Piştî girtina balyozxaneya Îspanyayê wê hemû çalakiyên dîplomatîk ên Koreya Bakur bi Îspanyayê re bidawî bibin ku rêvberiya Îspanyayê jî hatiye agahdarkirin.
Hatiye diyarkirin ku wê xebatên balyozxaneya Madrîd a Koreya Bakur jî di bin banê balyozxaneya Roma ya Îtalyayê de bên meşandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin