Wezîrê berê yê Iraqê: Dema çareserkirina pirsgirêka PKKê hatiye
PeyamaKurd - Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê yê berê Xalid Ubeydî li ser rêkeftina Şingalê û hebûna PKKê li wê herêmê got: “Dema çareserkirina pirsgirêka PKKê hatiye, ji ber ku wê gelek pirsgirêk ji Iraqê re peyda kirine.”
Xalid Ubeydî ji K24ê re ragihandiye, “Eger niyazpakî û bawerî di navbera aliyan de hebe, rêkeftina Şingalê dê cîbicî bibe û pirsgirêk jî dê çareser bibin. Pêwîstiya me ji bo her rêkeftinekê, bi niyazpakî û baweriyê heye.”
Ubeydî diyar kir: “Hêzên PKKê di rewşeke aloz de hatin herêmê, ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê, pêwîstî bi guftûgoyên siyasî yên kûr û wêrek heye. Di baweriya min de dema wê yekê hatiye ku ev pirsgirêk çareser bibe, ji ber ku di vê rewşê de, pirsgirêkên Iraqê zêde dike.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin