Sanda Kurdistanê ji bo çareserkirina pirsgirêka cotkaran li Bexdayê ye

09 February 2020 14:12 0 dîtin
Sanda Kurdistanê ji bo çareserkirina pirsgirêka cotkaran li Bexdayê ye

PeyamaKurd – Şanda Hikumeta Herêma Kurdistanê ya ji bo çareserkirina pirsgirêkên cotkaran, çareserkirina pirsgirêka avê û çêkirina bendaveke nû li Herêma Kurdistanê çû Bexdayê.

Şanda Hikumeta Herêma Kurdistanê y bi serokatiya Wezîrê Çandinî û Jêderên Avê yê Herêma Kurdistanê Bêged Telebanî îro Yekşemê gihîşt Bexdayê.

Berdevkê Wezareta Çindinîyê Husên Heme Kerîm ji derbarê serdanê de ragihand, şanda Herêmê bi endametiya Wezîrê Herêmê bo Pêwendiyên bi Bexdayê re Xalid Şiwanî û çend birêvebirên pêwendîdar re li Bexdayê ye û got, wê şande bi Wezîrên Barzirganî, Çandinî û Jêderên Avê yên Iraqê re bicive û guftûgoyan ji bo destkeftên cotkarên Herêma Kurdistanê û pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê yên di warê çandiniyê û avê dike.

Kerîm da zanîn ku di serdanê de ew ê daxwaz bikin, di derçûna biryar û rênimayan de, taybetmendiya Herêma Kurdistanê li ber çav bê girtin da ku cotkarên Herêmê nebin qurbanî.

Hêjayî bibîrxistinê ye hikûmeta Iraqê hîn pereyên 3 salan ên genimê cotkarên Herêma Kurdistanê nedane û 557 milyar dînar deyndarê cotkaran e.

Bexda dibêje, ew amade ye tenê 250 milyar dînaran bişîne û cotkar û Hikûmeta Herêma Kurdistanê wê yekê qebûl nakin.