Amerîka: Em dixwazin di zûtirîn demê de hinartina petrola Herêma Kurdistanê destpê bike

12 April 2023 12:28 0 dîtin
Amerîka: Em dixwazin di zûtirîn demê de hinartina petrola Herêma Kurdistanê destpê bike

PeyamaKurd – Cîgirê Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê Geoffrey Pyatt ragihand: “Amerîka pêşwaziyê li rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê dike. Em dixwazin di zûtirîn demê de hinartina petrola Herêma Kurdistanê destpê bike.”

Cîgirê Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê Geoffrey Pyatt ragihand, ew dixwazin Herêma Kurdistanê di zûtirîn demê de dest bi hinartina petrolê bike.

Pyatt piştevaniya xwe ji bo rêkeftina hinartina petrolê ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de nîşan da û ragihand, gelek kompaniyên Amerîkî li Herêma Kurdistanê di warê enerjiyê de kar dikin.

Pyatt got, “Em dixwazin Herêma Kurdistanê di zûtirîn demê de dest bi hinartina petrolê bike. Em bi rêya serbalyozxane û balyozxaneyên xwe yên li Hewlêr, Enqere û Bexdayê rêkeftinê dişopînin.”

Rayedarê Amerîkayê bal kişand ser rola Amerîkayê ya di vê pêvajoyê de û got, "Em bi hevkarên xwe yên li Tirkiyeyê re ji bo berdewamkirina hinartina petrola Kurdistanê dixebitin."