Serokwezîr û Serokê YNKê: Li hev kirin ku di zûtirîn demê de kabîneya nû bê avakirin

16 March 2025 19:39 0 dîtin
Serokwezîr û Serokê YNKê: Li hev kirin ku di zûtirîn demê de kabîneya nû bê avakirin

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî li ser giringiya pêkanîna hikûmeteke bihêz, yekgirtî û xizmetguzarî di zûtirîn demê de hemfikir bûn.

Îro Yekşemê 16.03.2025ê Mesrûr Barzanî li gel Serokê YNKê Bafil Talebanî serdana Pîrmamê kiribû, civiya.

Piştî civînê Serokwezîr Barzanî û Bafil Talebanî daxuyaniyek da çapemeniyê û diyar kirin ku civîn gelek baş derbas bû û di atmosfereke erênî de derbas bû û li ser girîngiya pêkanîna hikûmeteke bihêz, yekgirtî û xizmetguzarî di zûtirîn demê de hemfikir bûn.

Di daxuyaniya xwe ya derbarê hevdîtinê de Bafil Talebanî got, “Hevdîtina me pir baş derbas bû. Me li ser hin mijarên stratejîk ku ji bo miletê me baş in li hev kirin. Hevdîtinên me wê berdewam bin û armanca me ew e ku di zûtirîn demê de hikûmetek ku xizmeta miletê me bike ava bikin.”

Serokwezîr Barzanî herwiha got, ev duyemîn civîna xweş û erênî ye ku ji bo gotûbêjkirina mijarên girîng ên gelê Kurdistanê û navçeyê û nêzîkbûna aliyan tê lidarxistin.

Mesrûr Barzanî diyar kir ku li ser wan mijarên ku di civînan de hatine nîqaşkirin, pêşketin û têgihiştineke gelek baş bi dest hatiye û got: “Hêvîdar im di demeke nêzîk de tîmên li ser pêkanîna hikûmetê bigihin rêkeftineke tam û bi vê yekê gelê Kurdistanê ji pêşkeftina danûstandinên me razî be.”