Serokwezîr Barzanî û serokê nû yê UNITADê li ser belgekirina tawanên DAISê axivîn

03 November 2021 18:58 0 dîtin
Serokwezîr Barzanî û serokê nû yê UNITADê li ser belgekirina tawanên DAISê axivîn

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Çarşemê 3yê Mijdara 2021ê pêşwazî li Şêwirmendê Taybet û Serokê nû yê Tîma Lêkolînan a Navdewletî ya Tawanên DAIŞê (UNITAD) Cristian Reacher kir.

Di hevdîtinê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbahiya destbikarkirinê li Serokê nû yê UNITADê kir û di erkên wî de hêviya serkeftinê ji bo wî xwest û tekezî li girîngiya piştevaniya UNITADê ji bo hewldanên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo dadgehkirina tawanbarên DAIŞê kir.

Serokê nû yê tîma UNITADê, spasiya alîkarî û hemahengiya aliyên pêwendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ligel Tîma Lêkolînan a Navdewletî ya li Tawanên DAIŞê kir.

Di civînê de hat diyarkirin, di nava du salên borî de Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hezaran belgeyên tawanên terorîstên DAIŞê radestî tîma UNITADê kirine û hemahegiya xwe ya pêwîst ligel tîmê didomîne.

Rêkarên yasayî yên herî dawî û teknîkên dadgehkirina tawanbarên DAIŞê û arşîvkirina tawanên wan û dîjîtalkirina wan û pêşvebirina hemahengiya navbera desthilata dadwerî li Herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî, mijarên din ên gotûbêjê bûn.