Serokwezîrê Iraqê û Serokê YNKê civiyan

24 July 2023 17:00 0 dîtin
Serokwezîrê Iraqê û Serokê YNKê civiyan

PeyamaKurd- Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sudanî û Serokê YNKê Bafil Talebanî, îro hevdîtinek kir û hat ragihandin ku di hevdîtinê de li ser hilbijartinên giştî yên Parlamentoya Herêma Kurdistanê gotûbêj hatiye kirin.

Ji Ofîsa Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sudanî hat ragihandin ku Sudanî li ofîsa xwe ya li Bexdayê pêşwaziya Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî kir.

Li gorî hat ragihandin, di rojeva civînê de hilbijartinên giştî yên Herêma Kurdistanê jî ji hin mijarên ku hatine nirxandin bûne.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Sudanî û Talebanî ji bo xurtkirina ezmûna demokratîk û aramiya siyasî ya li welêt; di serî de hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê, gelek mijar hatine nirxandin û tekezî li ser girîngiya lihevkirina di vê mijarê de hat kirin.

Hat zanîn ku Mihemed Şîa Sudanî û Bafil Talebanî, li ser girîngiya cîbicîkirina biryarên hikûmeta Iraqê ya di çareserkirina pirsgirêkan de û pabendbûna bi destûrê jî tekezî kiriye.