Nêçîrvan Barzanî hevserokên YNKê pîroz kirin
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê di peywendiyeke telefonî de pîrozbahî li hevserokên YNKê kir û hêviya wê xwest hilbijartina wan “xizmeta hêviyên Mam Celal bike”.
Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro di peywendiyeke telefonî de, bi minasebeta hilbijartina wan weke hevserokên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) pîrozbahî li Bafil Talebanî û Lahûr Şêx Cengî kir û hêviya serkeFtinê bo xwest.
Li gor daxuyaniyê, Nêçîrvan Barzanî di wê peywendiya telefonî de, hêviya serkevtinê bo YNKê xwest û behsa rola “diyar ya YNKê di qonaxên xebata gelê Kurdistanê” kir û tekezî li ser “girîngiya pêgeh û hewlên YNKê ji bo tebat û yekrêziya pêkhate û aliyên Kurdistanê” kir.
Serokê Herêma Kurdistanê, herwiha hêviya xwe derbirî, hilbijartin û destbikarbûna Bafil Talebanî û Lahûr Şêx Cengî, “xizmeta wê yekrêzî û hêviyên Xweda lê xweş be, cenabê Serok Mam Celal bike.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin