Nêçîrvan Barzanî bi pêwendiyeke telefonê pîrozbahî li hevserokên YNKê kir

01 June 2021 18:39 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî bi pêwendiyeke telefonê pîrozbahî li hevserokên YNKê kir

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro 1ê Hezîranê bi boneya salvegera 46emîn a YNKê pêwendiyeke telefonî ligel Hevserokên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) pêk anî pîrozbahî li wan û bi rêya wan jî li Encumena Bilinda Siyasî û Berjewendî û Mekteba Siyasî û Encumena Serkirdayetî û tevahiya kadîr û cemawer û alîgirên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê kir û hêviya serkeftinê ji bo wan xwest.

Serokê Herêma Kurdistanê di pêwendiya telefonê de destnîşan kir ku Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê wekî hêzeke siyasî ya serekî ya Kurdistanê di dîroka xebat û têkoşîna azadî û pêkanîna destkeftên gelê Kurdistanê de xwediyê roleke diyare, îro jî yek ji wan aliyane xwediyê pêgeheke bihêz û serekî ne di proseya siyasî û desthilatdariya li Herêma Kurdistan û Iraqê de.

Nêçîrvan Barzanî, rol û erk û berpirsiyariya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê û tevahiya alî û pêkhatên wê ya bi navê tebayî û yekrêzî û pêkveyî û parastina maf û destkeftan û niha û paşeroja gelê Kurdistanê de bi girîng û pêwîst zanî.

Herwiha di vê bîranînê de silav û rêz ji bo giyanê xwedê jêrazî Serok Mam Celal şand û dûpat kir ku bi rêz û rûmetê wî bi bîr tînin.

Hevserokên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê jî spasî û pêzanînên xwe û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê ya ji bo peywendî û pîrozbahiya birêz Serokê Herêma Kurdistanê nîşan dan û tekezî li ser tebayî û yekrêzî û pêkveyî ya bi navê parastina maf û destkeftên gelê Kurdistanê kirin.