Serokê CIAyê û Serokwezîrê Îsraîlê mijarên Îran û Rojhilata Navîn gotûbêj kirin

11 August 2021 19:30 0 dîtin
Serokê CIAyê û Serokwezîrê Îsraîlê mijarên Îran û Rojhilata Navîn gotûbêj kirin

PeyamaKurd – Serokê Îstixbarata Navendî ya Amerîkayê (CIA) William Burns, serdana Îsraîlê kir û ligel Serokwezîrê Îsraîlê Naftalî Bennett civiya.

Ofîsa Serokwezîriya Îsraîlê derbarê hevdîtinê de ragihand ku Bennett û Burns, ligel hevkariya îstixbaratê û zexmkirina ewlekariyê di navbera herdu aliyan de, mijara Îranê û pêşhatên Rojhilata Navîn gotûbêj kirine.

Di daxuyaniyê de hatiye eşkerekirin ku di civîna li Tel Avîvê li Wezareta Berevaniya Îsraîlê birêve çûye de, Serokê MOSSADê David Barnea, Serokê Konseya Ewlehiyê Eyal Hulata û Sekreterê Leşkerî yê Serokwezîr Avî Gil û Şêwirmendê Dîplomatîk ê Serokweziriya Îsraîlê Shimrit Meîr jî beşdarî kirine.

Derbarê hevdîtina ku doh 10ê Tebaxê êvarê hatiye encamdan de, zêde hurgilî nehatin belavkirin.

Biryare Serokê CIAyê li Ramallahê ligel Serokdewletê Filîstînê Mehmûd Ebas jî hevdîtinekê pêk bîne.