Serokê CIAyê bi Îsraîlê re gefên Îranê û Rûsyayê gotûbêj dike

27 January 2023 21:44 0 dîtin
Serokê CIAyê bi Îsraîlê re gefên Îranê û Rûsyayê gotûbêj dike

 PeyamaKurd – Dîrektorê Giştî yê Saziya Îstixbarata Amerîkayê (CIA) William J. Burns bi serdaneke fermî gihîşt Îsraîlê ku wê hemkarên xwe re hevdîtinan pêk bîne.

Li gorî ragihandina medya Îsraîlê, wê Burns di serdana Îsraîlê de bi berpirsên Îsraîlê û fermandaran re hevdîtinan bike.

Herwiha hatiye diyarkirin ku wê di hevdîtinan de, dosyaya nukleerî ya Îranê, hevkariya leşkerî ya di navbera Îran û Rûsyayê de û çalakiyên Îranê yên li herêmê werin gotûbêj kirin.

Di nûçeya malpera Wala ya Îsraîlê de hatiye gotin ku wê Burns di vê serdanê de, bi rayedarên Filîstînê re jî hevdîtinan pêk bîne.