Serokwezîrê Îsraîlê bi Serokê Rûsya û yê Ukraynayê re axivî

03 March 2022 13:29 0 dîtin
Serokwezîrê Îsraîlê bi Serokê Rûsya û yê Ukraynayê re axivî

PeyamaKurd Serokwezîrê Îsraîlê Naftali Bennett, do bi Serokê Rûsyayê û Serokê Ukraynayê re axivî.

Li gor Reutersê eşkere kir, Bennett berê bi Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky re axiviye.

Herwiha Zelensky li ser Twitterê destnîşan kir, ew bi Bennett re ser “êrîşkarîya Rûs” axiviye.

Kremlînê jî bi daxuyaniyekê diyar kir, Bennett bi Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re pêwendî daniye.

Li gor daxuyaniya Kremlînê, Putin ji Bennett re gotiye, ger ew bala xwe bidin ser fikarên Rûsya yên li ser ewlekariyê, ew ê çareserkirina aloziyê hêsantir bibe.

Karbidestên ofîsa Bennett jî piştrast kirin ku ew bi rêberên Rûsya û Ukrayna re axiviye, lê zêdetir agahî nedan.