Cîgira Serokwezîrê Ukraynayê: Rûsya li axa xwe sîvîlên Ukraynî girtine

12 April 2022 09:24 0 dîtin
Cîgira Serokwezîrê Ukraynayê: Rûsya li axa xwe sîvîlên Ukraynî girtine

PeyamaKurd Cîgira Serokwezîrê Ukraynayê Iryna Vereshchuk di derbarê sivîlên Ukraynî yên di destê Rûsyayê de da zanîn, Rûsya li axa xwe sîvîlên Ukraynî girtine.

Vereschuk diyar kir, di nav girtiyan de rojnamevan, bizavkar û karbidestên hilbijartî hene.

Herwiha eşkere kir, ew sîvîlên Ukraynî li Kursk, Brysank û Rostovê, ku herêmên Rûsya ne, bi darê zorê hatine girtin.

Di derbarê girtina sivîlan de rayedarên Rûsya dibêjin, îdiayên li ser girtin û kuştina sîvîlan ne rast in.

Ajansa nûçeyan ya Reutersê jî destnîşan dike, wê bi awayekî serbixwe piştrast nekiriye ku sîvîlên Ukraynî hatine girtin an na.