Serokê Amerîka Biden û serokwezîrê Îsraîlê Bennet re civiya
PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Joe Biden û serokwezîrê Îsraîlê Naftali Bennet li Amerîkayê li Koşka Sipî civiyan. Her dû lîder li ser mijara hevdîtinên îranê yên li ser bernama nukleerî axifîn û gotin eger bi Îranê re di dîplomasiyê de biser nekevin, amade ne rêyên din bibjêrin. Berya her dû lîder bi serê xwe hevdîtin bikin li Ofîsa Owal peyamên dostaniyê dan.
Biden ji bo leşkerên Amerîkayê yên li Afxanistanê jiyana xwe dane sersaxiyê xwest. Biden dubare kir ku wê desteka Amerîkayê ji bo Îsraîlê dewam bike û weha got:
“Îro em ê li ser tehdîda Îranê û bernama nukleerî biaxifin. Di serî de dixwazim bêjim eger em di dîplomasiyê de biser nekevin em amade ne li bijarteyên din binêrin. Babetekî dinê jî, gelek girînge ku Îsraîl bi welatên din yên Ereb û cîranên musliman re têkiliyên xwe bi pêş bixe.”
Biden her weha got ;wê li ser mijara Îsraîlê û Fîlîstînê biaxifin û her dû heyet wê li ser mijara muxafiyeta ji vîzeyan xebatê bikin.
Bennet li ser cangoriyên Amerîkayê yên li Afxanistanê ji Amerîkayê re sersaxiyê xwest. Hevdîtin wê do çêbibiya lê bi sedema êrîşa li ser balafirgeha Hamîd Karzaî hevdîtinê ji bo îro paşde xistibûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin