Joe Biden, serokwezîrê Îsraîlê Netenyahu dawetî Amerîkayê kir

17 July 2023 23:53 0 dîtin
Joe Biden, serokwezîrê Îsraîlê Netenyahu dawetî Amerîkayê kir

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden di rêya telefonê de bi serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netenyahû re axifî û mijarên navbera wan; pêşdebirina hevkariya navbera wan, têkbirina tehdîda Îranê û aramkirina Şerîa Rojava bû. Biden, serokwezîr Netenyahu dawetî Amerîkayê kir, Netenyahu bi erênî bersivê da û niha her dû teref li ser roja çûna Netenyahû ya Amerîkayê dixebitin. Ragihandina mijarê ji terefê nivîsîngeha serokwezîrtiya Îsraîlê de hat kirin.

Li ser mijara protestokirina berlêgirtina erka darazê ya li Îsraîlê, Netenyahu ji Biden re gotiye:

“Wê karibin di hefta pêşliya me de di meclisê de qanûn derxin û di tatîla havînê de ji bo teref lihev bikin, wê Netenyahu bixebite.”

Li ser derxistina qanûna darazê demekî dirêj li Îsraîlê xwepêşandanên protestoyî çêbûn û terefên siyasî li serê li hev nedikirin.