Biden û Serokwezîrê Îsraîlê li ser rawestandina bernameya navokî ya Îranê axivîn

07 February 2022 14:57 0 dîtin
Biden û Serokwezîrê Îsraîlê li ser rawestandina bernameya navokî ya Îranê axivîn

PeyamaKurd Serokê Amerîkayê Joe Biden û Serokwezîrê Îsraîlê Naftali Bennett do li ser rawestandina bernameya navokî ya Îranê gotûbêj kirin.

Li gor Reutersê da zanîn, Biden û Bennett derbarê rawestandina bernameya navokî ya Îranê danûstandin kirine û her du rêber li ser girjiya Rûsya û Ukrayna jî axivîne.

Herwiha Serokwezîrê Îsraîlê Naftali Bennet, Biden ji ber operasyona kuştina Rêberê Dewleta Îslamî (DAIŞ) Ebu Îbrahîm El-Qureyşî pîroz kiriye.

Bennet bi daxuyaniyekê eşkere kir, ew ji ber piştgiriya Biden spasiya wî dikin û wî vedixwînin Îsraîlê.

Qesira Spî jî destnîşan kir, Biden bê sebir li bendê ye serdana Bennett bike.

Li gor daxuyaniya Qesra Spî, Biden ji Bennett re gotiye ku ew hazir in ji bo nûkirina sîstema berevaniyê piştgiriyê bidin wan.