Serokwezîrê Îsraîlê bi Joe Biden re dicive
PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsraîlê Naftali Benet, îro roja Pênceşmê 26.08.2021ê serdana Amerîkayê dike û bi Serokê Amerîkayê Joe Biden re dicive.
Biryar e Serokwezîrê Îsraîlê bi Wezîrê Bergiriya Amerîkayê Loyd Austin û Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken re bicive.
Beriya geşta ber bi Amerîkayê Naftali Benet di kongreyeke rojnemevanî de eşkere kiribû, babeta serekî ya civîna wî ya bi Joe Biden re, pirsa çekên atomî yên Îranî ye ku di nava 2 salên dawî de Îranê bi lez hewl dide çekên atomî berhem bîne.
Herwiha Naftali Benet dijayetiya xwe beramber hewla rêkeftina welatên zilhêz ligel Îranê jî anî ziman û da zanîn, divê rêliger binpêkirinên Îranê li herêmê were girtin.
Herwiha Naftali Benet soz dabû kabîneya xwe di civîna ligel Joe Biden de ew ê pirsa Îranê gotûbêj bike û êdî dema rêlibergirtina zêdegaviyên Îranê hatiye.
Berpirsekî Amerîkayê ji Reutersê re eşkere kiribû ji wê dema Amerîka ji rêketina atomî vekişiyaye din ava 2 salan de Îran gelekî pêşketin bi dest xistiye di warê nimandina uranyumê de.
Li gor zanyariyan, Serokwezîrê Îsraîlê Naftali Benet wê daxwazê ji Joe Biden bike careke din rêkeftina atomî ligel Îranê zindî neke û rê li ber zêdegaviyên Îranê bigire. Li gor berpirsên Amerîkayê wê Joe Biden wê daxwaze Naftali Benet red bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin