Sîrketa Johnson & Johnsonê 4.7 mîlyar dolarî ceza bû
PeyamaKurd- 22 jinên ku bi nexweşîna pençeşêrê ketibûn, şîrketa bi navê Johnson & Johnsonê dabûn dadgehê û şîrket bi temamî mehkûmê tazminata 4.7 mîlyar dolarî hat kirin.
Jinên ku bi nexweşîna pençeşêrê ketibûn ragihandibûn ku ew bi sedema bikaranîna pudra ya talk ku şîrketa Johnson & Johnsonê çêdike, bi pençeşêrê ketine. Şîrketa Johnson & Johnson ku navenda wê Amerîkaye, derman û alavên ku bo jinan taybetin û bi wan bedena xwe bedew dikin, difroşe.
Li Amerîkayê li dadgeha eyaleta Missouriyê doz dewam kir û di dozê de jûrî ragihand ku talk pudra di jinan de nexweşîna pençeşêrê ya hêkan çêdike, dadgeh berê biryar da ku şîrket 550 mîlyon dolar tazminat bide û di peyde 4.1 mîlyar dolar tazminata cezayî da şîrketê.
Heya niha li ser şîrketa Johnson & Johnsonê bi sedema talk pudrayê di ser 9 hezarî de doz hatine dozkirin. Biryara eyaleta Missouri bo dozên din jî weka mînake. Şîrket ragihand ku biryar xeyalên wan şikandiye û wê dozê bibin dadgeha temyîzê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin