Hîsseyên Amazonê gihan 914,7 mîlyar dolarî
PeyamaKurd- Şîrketa Amazonê ya Amerîkayî ku xwediyê e-bazirganiyê ye,paren wê gihan 914,7 mîlyar dolarî û ev bo wan rekoreka mezin e.
Roja duşemê hîsseyên Amazonê gelek biha bûn û gihan asta bilind û bi temamî nêzî 1 trîlyon dolarî bûn.
Para CEO yê Amazonê ku hem damezrênerê wê ye, ya Jeff Bezos gihaye 155,5 mîlyar dolarî. Bezos di dinyayê de di nava mîlyarderên dewlemend de ye.
Ji Amazonê dewlemendtir şîrketa Apple heye ku ji serê tebaxê de sermaya wê gihaye 1 trîlyon û 01 mîlyar dolarî.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin