UNHCR ji bo multeciyên Sûdanê pêdiviya bi 1 mîlyar dolarî ragihand
PeyamaKurd – Komserê Bilind yê Multeciyan yê Neteweyên Yekgirtî (UNHCR) Filippo Grandi ji bo kesên ku ji Sûdanê ji ber şer reviyane û çûne welatên cîran û ji bo kesên ku dagerin destek bikin, bang kir ku bi miqdarê 1 mîlyar dolarî çavkanî bibînin.
Grandi roja sêşemê li payîxteta Sûdanê li Jubayê ji bo rojnamevanan ragihand ku bi sedema koçberiyê UNHCR temamê derfetê xwe serf kirine û çavkaniyên maddî di destê wan de nemaye. Grandi weha got:
“Ji meha Êlûnê heya dawiya salê pêdiviya me bi 1 mîlyar dolarî heye ji ber divê em temamê bernamên mudaxeleyan fireh bikin. Em li ser banga destpêka krîza Sûdanê ya meha Nîsanê ku xelk dest bi koçê kiribû, tevdigerin. Ne tenê ji bo koçberên ji Sûdanê lê wan welatên ku koçber çûbûnê, me nîv milyar dolar pere xwestibû û ev miqdar heya meha Êlûnê bû. Me tenê nîvê wî pereyi sitend û ew pere qediya.”
Grandi got ku wê ji 1 mîlyar dolarî em ê karibin 356 mîlyon dolarî bidin Başûrê Sûdanê û perê mayî bidin Çad, Misir û welatên ku multeciyên Sûdanê qebûl kirine. Sûdan a Başûr 400 hezar koçberan qebûl kiriye û piraniya wan ew kesên ku ji Sûdana Bakûrin ku dageriyane li ser navendên transîtê ne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin