Erebistan û Emarat bi 3 mîlyar dolarî alîkariya Sûdanê dikin
PeyamaKurd- Li gor ajansa fermî ya Erebistana Si’ûdî SPA yê; Riyad û Abû Dabî paketeka alîkariyê ya bi 3 mîlyar dolarî bo Sûdanê peşkeş kirin. Ji vê paketê 500 mîlyon dolar wê bişînin banka navendî ya Sûdanê.
Di xeberê de hat ragihandin ku ev hesab bo sivikkirina ser baskê Sûdanê girîng e. Perê din yê mayî wê bo xelkê Sûdanê bo xida, derman û pêdiviya petrola wan bê veqetandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin