Ukraynayê ji G7ê daxwaza 50 milyar dolaran kir

17 April 2022 23:17 0 dîtin
Ukraynayê ji G7ê daxwaza 50 milyar dolaran kir

PeyamaKurd-Ukraynayê ji welatên G7ê daxwaza piştgiriya darayî kir û xwest ku ji wan re 50 milyar dolar bê şandin.

Şerê navbera Rûsya û Ukraynayê bê navber dewam dike û ev yek jî dibe sedem ku zerar û ziyanên darayî zêde bibin. Li ser vê babetê, şêwirmendê aboriyê yê Zelenskiy Oleg Ustenko bang li welatên G7ê kir û xwest ku piştgiriya wan a darayî bê kirin.

Oleg Ustenko da zanîn ku ji bo zerara 6 mehên pêşiya wan were dabînkirin, ew difikirin ku bi 0 kuponî tahvîlê hinarde bikin. Ustenko da zanîn ku ew bi awayekî jidil li ser van vebijêrkan difikirin.

Ji aliyê din ve jî Berdevkê Wezareta Berevaniya Rûsyayê Igor Konaşenkov da zanîn ku Hêzên Rûs li derdora Kievê, kargeheke cebilxaneyê ji nav biriye. Şaredarê Brovaryê Ihor Sapozhko jî ragihandibû ku îro di saetên sibehê de êrîşeke moşekî hatiye kirin û ji ber vê êrîşê binesaziya bajêr hatiye rûxandin.