Amerîka, bi 3 milyar dolaran alîkariyê dide Ukraynayê
PeyamaKurd- Ji aliyê rêveberiya Amerîkayê ve hat ragihandin ku ew ê bi buhayê 3 milyar dolaran, alîkariya leşkerî ji bo Ukraynayê bê kirin. Hat ragihandin ku ev biryar hîn di dema amadekariyê de ye û dibe ku di rêjeya alîkariyê de guherînek çêbibe.
Rayedarekî Amerîkayê yê ku di derbarê biryarê de daxuyanî da Associated Pressê (AP), ragihand ku di meha 6an a şerê Rusyayê yê li dijî Ukraynayê de ew ê pakêteke nû ya alîkariyê eşkere bikin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku biryar niha li ser 3 milyar dolaran e lê belê dibe ku guherbariyek jî çêbibe. Hat eşkerekirin ku piştî amadekariyan, dê alîkariya ku bê şandin, bi awayekî fermî were ragihandin.
Beriya niha di 9ê Tebaxê de jî ji aliyê rayedarên Amerîkayê ve hatibû ragihandin ku ji destpêka şer heta niha, bi giştî 9 milyar dolar alîkariya leşkerî û aborî ji bo Ukraynayê hatiye şandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin