IMF 1,4 milyar dolaran, alîkariyê dide Ukraynayê
PeyamaKurd- Seroka Fona Pereyan a Navneteweyî (IMF) Kristalina Georgieva, li ser axaftina xwe û Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy ya duh hatibû kirin, agahî dan û ragihand ku dê IMF, alîkariya darayî ya Ukraynayê bike.
Kristalina Georgieva li ser hesabê xwe yê medyaya civakî, di derbarê axaftina xwe û Zelenskiy de agahî parve kirin. Georgieva di peyama xwe de got,
“Me ligel Zelenskiy, axaftineke gelek baş kir. Me biryar da ku em hemû amûrên destên xwe yên ji bo alîkariya Ukraynayê bi kar bînin û li rêyên zêdekirina peymanên polîtîkayên xwe bigerin.”
Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy jî li ser axaftina xwe ya ligel Georgievayê, bi rêya hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek belav kir.
Zelenskiy di peyama xwe de da zanîn ku wî ji bo alîkariya darayî ya IMFê ya 1,4 milyar dolaran, spasiyên xwe pêşkêş kirine û ew li ser hevkariyên xwe yên pêşerojê yên darayî axivîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin