Amerîka 40 milyar dolar alîkariyê dide Ukraynayê

11 May 2022 14:20 0 dîtin
Amerîka 40 milyar dolar alîkariyê dide Ukraynayê

PeyamaKurd-Meclisa Nûneran a Amerîkayê, pêşniyaza Joe Biden a alîkariya Ukraynayê qebûl kir. Hat ragihandin ku dê Amerîka ji bo Ukraynayê, 40 milyar dolar alîkariyê bike û dê piraniya vê alîkariyê, ji bo berevaniya Ukraynayê were cihêkirin.

Serokê Amerîkayê Joe Biden, di 29ê Nîsanê de di Lijneya Meclisa Giştî ya Nûneran de pêşniyaz kiribû ku 33 milyar dolar alîkarî ji bo Ukraynayê bê şandin. Meclisa Nûneran a Amerîkayê, pêşniyaza Biden qebûl kir û budceya alîkariya bi 40 milyar dolaran erê kir.

Hat ragihandin ku ji bo erêkirina alîkariya 40 milyar dolaran, 57 wekîlan dengên “Na” bi kar anine, 368 wekîlan jî dengên “Erê” bi kar anine. Piştî pakêta alîkariyê li Senatoyê hat erêkirin, ji bo ku bikeve qonaxa fermiyetê, dê ji aliyê Serokê Amerîkayê Joe Biden ve were destnîşankirin.