Amerîka, 2 milyar dolar deyn dide wî welatî

26 September 2023 16:30 0 dîtin
Amerîka, 2 milyar dolar deyn dide wî welatî

PeyamaKurd- Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ragihand ku ew ê 2 milyar dolar deynek Fînansekirina Leşkerî ya Derve bide Polonyayê da ku ji bo nûjenkirina artêşê bibe alîkarî.

Di daxuyaniya nivîskî ya wezaretê de hat diyarkirin ku di navbera Polonya û Amerîkayê de peymana krediya rasterast a Fînansekirina Leşkerî ya Derve (FMF) bi 2 milyar dolaran hatiye destnîşankirin.

Hat diyarkirin ku ewlekariya Polonyayê ya "hevalbendê dilsoz" yê Amerîkayê, ji bo parastina kolektîf a milê rojhilatê NATOyê, xwedî girîngiyeke jiyanî ye û bal kişand ser biryardariya Polonyayê ya di gihandina alîkariyên navneteweyî ji cîranê xwe Ukraynayê re di xurtkirina ewlehiya herêmê de bi veberhênanên xwe yên berevaniyê de roleke bingehîn dilîze.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Polonya plan dike ku artêşa xwe bi awayekî berbiçav berfireh bike û alavên xwe yên leşkerî yên kevnar ên bi hilberîna xwe malên Rusî ji nav derxe.