Ji Senatorên Amerîkî li dijî operasyoneke nû ya Tirkiyê daxuyanî
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku 4 senatorên Kongreya Amerîkayê, ji her du partiyên Demokrat û Komariyan, li ser gefên Tirkiyê yên operasyoneke nû li dijî Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê daxuyaniyeke hevbeş belav kirin.
Senatorên Amerîkî, Gregory Meeks, Micheal McCaul, Bob Menendez û Jim Risch di daxuyaniya hevbeş de gotin, “Em pir nîgeran in derbarê berdewamiya gefên Tirkiyê bi êrîşeke nû ya serbazî li bakurê Sûriyê. Êrîşên asmanî yên berê yên Tirkiyê astengî li pêşiya operasyonên hêzên Amerîkî û hevbeşên wan li dijî DAIŞê derxistibûn û krîza mirovî ya tund, kûrtir kiribûn.”
Senatoran herwiha diyar kir, “Wê ji her êrîşeke nû ya Tirkiyê heman encamên karesatî hebin. Em bi xurtî ji Tirkiyê û hêzên girêdayî wê dixwazin ku ti êrîşeke leşkerî nekin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin