Ji senatorên Amerîkî, li dijî Tirkiyê, teklîfa qanûnê!

27 April 2018 13:08 0 dîtin
Ji senatorên Amerîkî, li dijî Tirkiyê, teklîfa qanûnê!

PeyamaKurd- Hê gengeşiyên di navbera Tirkiyê û Amerîkayê de xilas nebûyîn, niha jî gaveke neyînî ya dî jî hate avêtin. Sê senatorên Amerîkî, ji bo Amerîka balafirên şer yên f-35an nede Tirkiyê; teklîfa qanûnekê amade dikin. Senatoran sebeba teklîfa qanûnê gotin û rexneyên tûj li Tirkiyê kirin.

Senatorên komarparêz James Lankford, Thom Tillis û senatorê demokrat Jeanne Shaheen teklîfa qanûnekê amade dikin ku Amerîka balafirên şer yên f-35an nede Tirkiyê.

Her sê sonatoran gotin ku ji ber ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan mafên mirovan îhlal dike û li dijî berjewendiyên Amerîkayê dixebite, ev qanûn amade kirine.