Senatorên Amerîkî daxwaz dikin ku li dijî Tirkiyê mueyîde bên sepandin
PeyamaKurd - Du senatorên Amerîkî ji rêvebirya Donald Trump xwestin ku dijî Tirkiyê ji ber kirîna pergalaS-400 ya Rûsya, mueyîdeyan bisepîne.
Senatorê Komarî Lindsey Graham û Senatorê Demokrat Chris Van Hollen, ser mueyîdeyan dijî Tirkiyê nameyeke hevpar nivîsîn û ji Wezîrê Derve Mike Pompeo re şandin.
Senatoran di nameyê de gotin ku ‘’Ji zû de ye sebir nema û êdî dem dema hiqûqê ye’’ Wan dan zanîn ku ger hiqûq pêk neyê ewê bo dewletên din ‘’peyameke xirab’’ be.
Wezareta Derve derbarênameyê hîn ti daxuyanî belav nekiriye. Pompeo hefteya borî diyar kiribû ku jiber ku Tirkiyê sîstema berevanî ya Rûsyayê diceribîne fikaran çêdike.
Wî gotibû ku bo qeyrana di navbera Washington û Enqere de kêm bibe ew danûstandinan didomînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin