Senatorên Komarî ji Biden daxwaz dikin paketa alîkariyê ji nû ve binirxîne

01 February 2021 10:32 0 dîtin
Senatorên Komarî ji Biden daxwaz dikin paketa alîkariyê ji nû ve binirxîne

PeyamaKurd – Senatorên Komarî ji Serokê Amerîka Joe Biden daxwaz dikin, paketa alîkariyê ya 1,9 trilyon dolarî, ji nû ve binirxîne.

Li gor senatoran ragihandin, bo lihevkirina ser paketê, ew dixwazin hevdîtinekê çêkin û dan zanîn, ger ew li hev bikin, ew ê paket ji her du partiyan jî piştgiriyê bistîne.

Mitt Romney, Susan Collins, Lisa Murkowski û 7 senatorên din yên Komarî bi nameyekê ji Biden re destnîşan kirin, ew ê pêşniyazên xwe yên ser paketê roja Duşemê ragihînin.

Hin Komarî dibêjin, paketa alîkariyê ya Biden pir zêde ye û hin ji wan jî didin zanîn ku divê li gor armancê pakêtek were derxistin.

Senatorên Komarî diyar kirin, wan di nameya xwe de cîh daye pêşniyazên xwe û yên Biden.

Herwiha ew didin zanîn, li gor plana wan divê bo derzî û testan budçe were veqetandin, piştgirî bo dibistanan û navendên nêrîna li zarokan were dayîn ku ew di paketa Biden jî hene. Lê senatorên Komarî dibêjin ku planên wan yên bo firoşgehên biçûk û malbatan pirtir li gor armancan e.

Senator Bill Cassidy, ku yek ji wan 10 senatoran e, ji Fox Newsê re got ku paketa wan bi qasî 600 mîlyar dolarî ye û bo pêdîviyên Amerîkiyan hatiye amadekirin.

Hîn ne zelal e ku Biden dê bi wan senatoran re bicive yan ne.