RAPOR | Hejmara lîderên populîst di 20 salên dawî de kêm bûye!

06 January 2023 22:04 0 dîtin
RAPOR | Hejmara lîderên populîst di 20 salên dawî de kêm bûye!

PeyamaKurd – Li gorî lêkolîna Enstîtuya Tony Blair, di nav 20 salên dawî de hejmara lîderên populîst daketiya asta herî kêm.

Di lêkolîna ku li cîhanê li ser welatan û deshilatdariyên wan hatiye kirin de, hatiye destnîşankirin ku wê sala 2023yan di hilbijartinên Tirkiye û Polonyayê de bibe saleke krîtîk bo populîzmê.

Di rapora lêkolîna Enstîtuya Tony Blair de hatiye diyarkirin ku dibe li herdu welatên Polonya û Tirkiyeyê rejîmên herî populîst ji deshilatê bikevin, lê divê partiyên opozîsyonê bernameyeke diyar bo hikûmetên koalisyonê pêk bînin.

Di lêkolînê de çend mînakên lîderên populîst ên di sala 2022yan de têk çûne hatine dayîn ku yek ji wan li Brezîlya Jair Bolsonaro û li Slovenya jî Janez Jansa di hilbijartinan de winda kirine.

Di raporê hatiye destnîşankirin ku hikûmeta Erdogan rûbirûyî xeteriyeke mezin e ku Serokê Giştî yê AKPê ji bo piştgiriya hilbijêrên neteweperst bistîne jî rageşiya bi Yûnanistan û Kurdan re bilind dike.