Hejmara raporên UFO yên di destê artêsa Amerîkayê zêde bûn

20 April 2023 11:00 0 dîtin
Hejmara raporên UFO yên di destê artêsa Amerîkayê zêde bûn

PeyamaKurd – Hejmara raporên UFO yên di destê artêşa Amerîkayê de ji 510an derket 650î.

Rêvebirê Ofîsa Çareserkirina Anomalî ya Hemî Qadan a girêdayî Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) Sean Kirkpatrick got, ew niha zêdetirî 650 raporên tiştên firîna nenas ku di nav gel de bi navê "UFO" jî têne zanîn, lêkolîn dikin.

Di rapora ku ji teref Midûriyeta Îstixbarata Neteweyî ve di 12ê Çileyê de hat weşandin de bi giştî hejmara tiştên ku difirin 510 kes bûn.