Herî zêde Kurd koçî Almanyayê dikin
Peyamakurd- Li gorî medyaya Almanyayê di Çiriya Pêşîn de herî zêde welatiyên Tirkiyeyê koçî Almanyayê kiriye ku piraniya wan Kurdên Bakurê Kurdistanê ne.
Daîreya Koçber û Penaberan a Almanyayê (BAMF), dê di 8ê Çiriya Paşîn de amarên koçber û penaberan ên meha Çiriya Pêşîn eşkere bike.
Li gor rojnameya Welt am Sonntag a Almanyayê meha Çiriya Pêşîn li ser asta cîhanê herî zêde welatiyên Tirkiyeyê ji bo penabertiyê serî li Almanyayê daye.
Meha Îlonê welatiyên Sûriyeyê di rêza yekem, welatiyên Efxanistanê di rêza duyem û welatiyên Tirkiyeyê jî di rêza sêyem de bûn.
Meha Çiriya Pêşîn zêdetirî 9 hezar welatiyên Tirkiyeyê koçî Almanyayê kiriye.
Li gor nûçeya rojnameyê ji sedî 80ê koçberên ji Tirkiyê çûyîne Kurdên Bakurê Kurdistanê ne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin