Hewramî: Aliyên dixwazin hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di dema xwe de bê kirin bila rêgiriyê nekin
PeyamaKurd – Cîgirê Seroka Parlamentoya Kurdistanê Hêmin Hewramî diyar kir, ew aliyên ku dixwazin hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di dema xwe de bê kirin, bila rêgiriyê nekin.
Hêmin Hewramî di civîneke rojnamevanî de da zanîn, me wek Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê daxwaz ji NY kiriye di warê lojîstîk û teknîkî de alîkariya komîsyona hilbijartinan bikin, da ku hilbijartin di dema xwe de bê kirin.
Cîgirê Seroka Parlamentoya Kurdistanê herwiha eşkere kir, her aliyê ku dixwaze hilbijartin were kirin, bila rêgiriyê neke. Me daxwaz ji hemû aliyan kiriye, eger dixwazin hilbijartin bê kirin, bila komîsyona hilbijartinan beriya destpêkirina civînên Parlamentoyê were aktîfkirin.
Hêmin Hewramî destnîşan kir, eger hilbijartin di dema xwe de bê kirin divê heta meha Sibata sala 2022 komîsyon amade be. Ewên ku dixwazin kursiyên pêkhateyan jî were kêmkirin, nayê qebûlkirin çimkî divê were zêdekirin jî kursiyên wan.
Endamê Desteya Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê diyar kir, divê hilbijartin di dema xwe de were kirin û got, ji ber ku paşxistina hilbijartinan şerm e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin